Teysîr Hecer

Teysîr Hecer

Helebçe û dildarek- Teysîr Hecer

di şevek xerîbiyê de ez li ber pencerê bûm
min çav têr dikirin ji bedewiya baranê
barana ku ji zivistanê xatir dixwest
û bixêrhatina buharê dikir
buhara di nav kulîlkên xwe de
cejn û sersal êş û birînên me veşartibûn
dîsa dilê min di nav toz û dûmana kulan de
û ez ketim nav rûpelên salnameyê
min roj dem û sal li dû xwe hiştin
ez vegeriyam û vegeriyam
heya gihiştim sînorê buhara 1988
ez dildarekî biçûkbûm
min xweşewîsta xwe ji himbêza
dayikê amacgaryê bav û ji awirên cîranan
ew didizî
em li deşta Şarezor dibûn mêvan
li genim û coh
li gul nêrgiz û gulsorê
carcaran di navbera ramûsan
û kenê şermok de
em bilind dibûn bi qasî çiyayê Êlwend
û carcaran bi bihn û rengê gulan dilîst
û di navbera bijanga çav himêz dikir
babelîskek bayê reş rabû
bihna gulan bi xwe re bir
û bihnek tal û tirş bi xwe re anî
ev bihn bihna mirinyê
pepûl ji jor hatin xwarê
hinekan pelên genim ji xwe re kirin kefen
û hinek jî ji rengê gulan re bûn kefen
û ên din man bê gor û kefen
ka xweşewîsta min
wer ezê te himêz bikim
rih û dil bi yekkin û te ji mirinê bi parêzim
çar pênc şeş gav ji min dûre
were ez jî va werim
lê her gavek bûye qonaxa salekê
min gavek avêt û xweşewîsta min li min dinere
awirek bi tirs tirsa destên me negihêjin hev
yan hew bi hev re bi awazên evînê bilîzin
bi awirên xweşwîsta min hêzê girt dilê min
bilind bûn hestên min
û bi mirinê re ez ketim pêşbirkê
ez ber be xweşewîsta xwe ve leziyam
û mirin ken...xewn...xweşewîst...evîn
û hertiştên xweş ji min dizîn
ez bûm koçber
bê xweşewîst û bê şar
û Helebçe bû birîn...
bû şehîd...
bû nalîna zarokan...

Search site

www.kennur.tk © 2009 All rights reserved.

Make a website for free Webnode