DTP`Ê RÊGEZA XEBATÊ KIFŞ KIR
DTP ku ji bo hilbijartinên 29`ê adarê bi baweriyeke mezin amadekariyan dike, ji bo berendamên xwe `rehbera hilbijartinê` amade kir. Di rehberê de tê xwestin ku hemû berendam stratejiya xebatan bi rêgeza, "Beza di pêşbaziyekê de, ne ew e ku karê dike hîn baştir bike, cudahî ye” bimeşînin.
Xebatên DTP`ê yên ji bo hilbijartinên 29`ê adarê bi lez û bez berdewam dikin. DTP ku li bajarên kurdan bi awayek berbiçav li pêş û serdest e, Buroya Stratejiya Hilbijartinan a Navendî ava kir. Piştî berendam bi dengdayîna gel hatin kifşkirin, niha jî ji bo xebateke hevpar û cihêreng rehbera hilbijartinê hate avakirin. Rehbera bi sernava, "Ji bo serkeftinê yekitî û yek dengî" a ji 28 rûpelan pêk tê li berendamên şaredaran hate belavkirin. Di rehberê de `Avakirina stratejiya navendî û buroyên hilbijartinê, amadekariya kampanyayê, derxistina salnameya kampanyayê, fînansmana kampanyayê, têkiliyên bi çapemeniyê re, gerên hilbijartinê, amadekirina gel û mitîngan, serdanên malan, civînên mal û salonan, lêkolînkirina faktorên li ser tercîha hilbijêran bandorê dike` cih digirin.
MERTALA HIQÛQÊ...
Di rehberê de hate xwestin ku Buroya Stratejiya Hilbijartinan a Navendî li herêman jî bê avakirin û bi taybetî ji bo zêdetir bi gel re di nav têkiliyê de bin, li cihên navendî bên vekirin. Her wiha bêdadiyên di hilbijartinên din de derketîn holê jî li ber çavan hatin girtin û hate xwestin li her buroyê û xebatê de parêzer cih bigirin. Di rehberê de hate xwestin ku xebata kolyektifî û organîzasyonel bê meşandin û ev xal hatin destnîşankirin: "Lazim e xebat bi plan bin. Bila berendam reqîbên xwe baş nas bikin. Her wiha xebat dê bi alîkariya gel bê meşandin. Cardin lazim e fînansmana xebatan baş bê xerc kirin. Em dê xebatan bi awayê herî erzan bikin. Divê hem berendam û hem jî dildarên bi DTP`ê re dixebitin ruha DTP`ê bidin. Ji gotin, helwest, cih û bergan bigire heta nêzîkbûna gel her tişt lazim e li gorî rastî û nirxên me be. Di xebatan de nêçîriya dengan nayê kirin. Dê pirsgirêk bên tespîtkirin û li ser riyên çareseriyê nîqaş bên kirin."
Di rehberê de ji berendaman hate xwestin ku li gorî rêgeza, "Stratejî: Beza di pêşbaziyekê de, ne ew e ku karê dike hîn baştir bike. Stratejî cudahî ye, hilbijartina pêşbaziya tu tê de ser bikevî ye. Lazim e tu li ser riyên serkeftina di pêşbaziya reqîbên din jî tê de hene, hûr bibî" bimeşînin. Bi vê rehberê DTP`ê berî partiyên din prensîbên xwe ji berendamên xwe re ragihandin. ENQERE / DÎHA