Ceger Xwîn- Bîranîn

Ceger Xwîn-  Bîranîn

Ey dilo jaro li kûne,
Deşt û zozanê dimin?

Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin?

  Guh bide ber qîr
Û nal û ah û waxanê dimin

Min divê ku nû ciwan bim
Biçme nav bax û rezan

Kanî ev reng nuciwanî ?
Kanî bostanê dimin ?

Şahî û nûroz e îro
Tên semayê kesk û sor

Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin

Kesk e sor in çox bi surme
Ser bi zêr in cerg û bez

Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin?

Ah di bîra min de mane
Ew demên şêrîn û xweş

Tevger û lîzên bi lotik
Deng û xoşxwanê dimin

Min di nav bax û rezan de
Lot didan bê tirs û pirs

Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin?

Serxweşê dengê bilûra
Wî şivanê ber zinêr

Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin ?

Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek

Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin

Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêj e ev deram

Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.

Search site

www.kennur.tk © 2009 All rights reserved.

Create a website for free Webnode