Abdluah Ocalan `SINDOQÊN XWE BIPARÊZIN`

Abdluah Ocalan `SINDOQÊN XWE BIPARÊZIN`

 ‘AKP dê hîleyên mezin bike’

Rêberê Koma Civakên Kurdistan (KCK)’ê Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî, der barê hikûmeta AKP`ê, bandora cihûyan, hilbijartinên herêmî, rewşa jinan û lîstikên li hemberî kurdan de, dîtinên xwe anîn ziman.
Ocalan da zanîn ku pirsgirêka wî ya radyoyê jî dewam dike û got: `Radyoya nû hê nedane, ya berê jî ancax li ser piyan dikarim guhdarî bikim. Pirsgirêka germkirina odeyê jî dewam dike. Dema pencerê vedikim, sar e, dema venakim jî bêhewa dimînim û ev yek jî min aciz dike`. 

‘SINDOQAN BIPARÊZIN’
 Rêberê KCK`ê Abdullah Ocalan banga xebatên bi ruhê seferberî ya ji bo hilbijartinan li gel kir û ji jin û ciwanan jî xwest ku bi awayekî çalak tevlî xebatên hilbijartinê bibin û ruhê demokratîk pêş bixin.  
Ocalan banga xebatên bi ruhê seferberî ya ji bo hilbaijrtinan li gel kir û ji jin û ciwanan jî xwest ku bi awayekî çalak tevbigerin û ruhê demokratîk pêş bixin.
Ocalan li hemberî sextekariyên hilbijartinên banga hişyariyê li kurdistaniyan kir û got: “Tê gotin, 6 mîlyon hilbijêr zêde bûne. Li hemberî van îtîraz hene. Divê li hemberî van kurd bi hişyar tevbigerin. Dikarin sîstema xwe ya alternatîf biafirînin. Dikarin mal bi mal bigerin û hilbijêran tespît bikin. Dîsa roja hilbijartinê dikarin sindoqên alternatîf deynin. Wisa xuyaye wê gelek lîstik hebin û divê kurd jî rêbazên guncav bibînin û tedbîrên pêwîst bigirin”. 

‘DIJBERIYA ISRAÎLÊ NAKIN’ 
Rêberê KCK`ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, Serokê hikûmeta AKP`ê Tayîp Erdogan nikare li hemberî Israîlê helwestê deyne û bi zîhniyeta wî çareserî jî pêk nayê.
Ocalan helwesta Serokê AKP`ê Tayîp Erdogan ya li Davosê wekî peyameke ji bo hilbijartinên herêmî nirxand û got: “Erdogan ji bo alîgirên wî derbasî Partiya Saadetê nebin û ji bo dengên kurdan, li Davosê wisa tevgeriya. Lê di rastiyê de nikare li hemberî Israîlê helwestê nîşan bide.” Ocalan bi bîr xist ku Erdogan ji ÎMF`ê pereyan dixwaze û got ku, serokê ÎMF`ê bi eslê xwe cihû ye, Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Hîllary Clînton cihû ye, Serokomarê Fransayê Nîcolas Sarkozy cihû ye, têkiliyên dîrokî yên tirk û cihûyan hene. Di rewşeke wisa de, Erdogan nikare li hemberî Israîlê helwestê deyne`.
Ocalan da zanîn ku ji dema Selçûkiyan û pê ve, têkiliyên tirk û cihûyan hene û got: “Mînaka Hurem Sûltan heye. Bi xwe cihû ye. Ji bo kurê xwe bîne desthilatdariyê, şehzade Mustafa bi fermana bavê wî Qanûnî da xeniqandin. Jixwe piştî Sûltan Suleyman, Sari Selîm derket ser textê”. 

‘TEKILIYA ÇAKMAK Û GARÎH’ 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê têkiliyên cihû û tirk ên dema komarê de jî mînakên balkêş dan. Ocalan bi bîr xist ku têkiliya Ergenekon û cînayeta Uzeyîr Garih heye û wiha pê de çû: “Uzeyîr Garîh dema diçû serdana gora Fevzî Çakmak hate kuştin. Têkiliyên di navbera Uzeyîr Garîh û Meraşal Fevzî Çakmak de, çi ne û ji ku tên? Heger bersiva vê pirsê bê zanîn, wê rastiya Ergenekonê derkeve holê. Her wiha çima nekarîn Mareşal Fevzî Çakmak, ji serfermandariyê bigirin û wî bênavber dewam kir? Lê Kazim Karabekîr ji wezîfeyê hatibû girtin. Yanî yên karîn Kazim Karabekîr ji wezîfeyê bigirin, nekarîn Fevzî Çakmak ji wezîfeyê bigirin?”

‘ÎSLAMÊ KONTROL DIKIN’ 
Ocalan xwest ku rastiya Ergenekonê derkeve holê û got: “Heta sîstema Ergenekonê neyê têkbirin, wê tu tişt rast neyê fêmkirin. Bingeha Ergenekonê, di sala 1946`an de bi têkiliyên Amerîka û NATO’yê hate avêtin. Lê piştî 1980`ê, projeya îslamiyeta nerm kete dewrê û pêvajoya tasfiyeyê, ya Ergenekonê dest pê kir. Amerîka bi vê siyasetê mudaxeleyî Rojhilata Navîn kir. Dixwazin El Qaîde û Talîbanê tasfiye bikin. Dixwazin îslamiyeta nerm û Erdogan cîhana îslamê bigirin bin kontrolê.” 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser rola Fetullah Gulen ya di îslamiyeta nerm de jî û got: “Gulen di bin kontrola Amerîkayê de ye. Li Tirkiye û li gelek deverên cîhanê xwedî bandor e. Hewl dide di nava kurdan de jî bi bandor bibe. Lê nikare li Amedê bi bandor bibin.”

‘ÎSLAMA SEXTE DIMEŞÎNIN’  
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist ku Saîd-î Nûrsî li hemberî Komara Tirk, wekî Şêx Saîd tevnegeriyaye, tevlî komarê jî nebûye û got: “Lê balkêş e, kadroyên Fetullahî yên Saîd-î Nûrsî, niha di nava sîstema dewleta tirk de, baskek in. A rast, Fetullah Gulen bi xwe fîgurek e. Dewlet ji blokan pêk tê. Yanî AKP, Kemalîzm û Fettulahî. Di rastiyê de eleqeya wan bi îslamiyeta rastî re nîn e. Îslamiyeta rast, bi kuştina zarokên Hz. Elî û nêviyên Hz. Mûhamed bi dawî bûye. Piştî wê demê, ne îslamî, dij-îslamî serdest bûye û ev jî îslamiyeta sexte ye.”
Ocalan li ser têkiliyên Erdogan û lîderên ereb jî sekinî û da zanîn ku heta ev rastiya îslamiyetê neyê fêmkirin, wê bûyerên wekî Gazzeyê dewam bikin û got ku bi rewşa îro Erdogan jî nikare pêşiya bûyeran bigire û wiha pê de çû: “Diçin bi şêxên ereb re dikevin têkiliyê. Bi kesekî ku bi 30 jinan re zewiciye re wê çi derkeve? Ew ancax 30 jinên xwe bi rê ve bibe.”  

‘EW NIKARE ÇARESER BIKE’   
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga guhertina zîhniyetê li serokwezîrê tirk Erdogan kir û anî ziman ku bi siyaseta wî ya îro çareserî nabe, bila siyaseta îro berde, demokrasiyê esas bigire û pêşiya siyaseta demokratîk veke. Heger vê yekê bike, wê pêwîstî nemîne, Erdogan ji bo çareseriyê biçe devereke din, çûyina Amedê bes e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevgera çepgir a Tirkiyeyê rexne kir û got: “Ufuk Uras kongreya ODP`ê winda kir. Helwesta me ya der barê vê mijarê de tê zanîn. Em hem li dijî çepgirî û hem jî li dijî rastgiriya Ergenekonê ne. Divê çepgirên nekevin şaşiyê. Tevgera çepgir nekarîn partiyeke demokratîk jî ava bikin”.

SIYASETA KEMBERA EREB  
Ocalan di hevdîtina xwe ya ku parêzeran re pêk anî de, ji kurdistaniyan xwest ku di çarçoveya 5 xalên wî pêşniyar kiribûn de Kongreya Neteweyî pêk bînin û pêşiya aştiya Rojhilata Navîn vekin.
Ocalan siyaseta Sûriyeyê ya li hemberî kurdan jî wekî siyaseta kembera ereban nirxand û got: `Dixwazin kurdan bigirin nava kemberê. Lê belê wê nikaribin bi vê polîtîkayê encamek bi dest bixin`.
Ocalan careke din bal kişand ser girîngiya xebatên demokratîk ên li xeta Mûsîl, Kerkûk, Diyala û Telaferê û got: “Ev xet, xeta sînor ya bi ereban re ye. Li wir pir-çandî, pir-zimanî û pir-olî dijî. Li wir sîstemeke demokratîk dikare bê avakirin. Di wê sîstemê de, çandên cûda dikarin bi hev re bijîn”. 

WATEYA NAMÛSÊ ÇI YE?
 Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan der barê gotina `namûsê` de jî dîtinên balkêş anîn ziman û got: “Jin wateya gotina namûsê nizanin. Gotina namûs, ji `eko-nomos` tê. Ev jî tê wateya qanûna mal, yanî karên jin dike. Ji ber vê jin wateya gotina namûs baş nas nakin. Divê jin berê dîrokê bizanibin. Dîroka neolîtîk, sosyolojî, ekonomî û felsefeyê fêr bibin. Heger vê bikin, wê demê wê xwe baş nas bikin. Ji bo vê min Akademiya Jina Azad pêşniyar kiribû. Bi riya akademiyekê, jin dikarin pêş bikevin û di riya azadiyê de pêşde biçin.”

‘Xebatkarên TRT 6’ê kadroyên Burkay in’

Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de êrîşên Kemal Burkay ku bi riya çapemeniya nêzî AKP’ê beriya çend rojan anîbûn rojevê jî bersivandin.
 Ocalan bi bîr xist ku Kemal Burkay ji rojnameyeke tirk re axiviye û ew sûcdar kiriye û got: “Berê jî heman gotin anîbûn ziman. Gotinên bêbingeh tîne ziman. Ji axaftinên min aciz dibe. Ez ê biaxivim. Ji ber ku ez nehatim û nayêm lîstikan û lîstikan xera dikim, ez avêtim vir. Burkay û kesên wekî wî nizanin ez di bin şertên çawa de dijîm. Ew nikare 10 saetan jî li vir bimîne. 30 sal in Burkay li hemberî me amade dikin. Ez dizanim li pey wî kî hene. Dewleta Alman û Partiya Sosyal Demokrat ya Alman piştgirî dide wî. Bi van re li hev kiriye. Niha jî, beşeke kesên di TRT 6 de kadroyên Bûrkay in. Ev kurdên sexte ne. Kurdên piştgirî didin me, yên bi rûmet in”.

Azadiya welat

Search site

www.kennur.tk © 2009 All rights reserved.